|
Selahadînê Eyûbî (Selahedîn,
Selaheddî, Selahedîn Eyûbî, Simko) serleþkerê misilmanan
bû dijî fileyan (mesîhiyan, xrîstiyanan) di
bidestxistina bajarê Orþelînê (Qudsê) de û qewirandina
ewropiyan ji Rojhilata Navîn.
Piþtî ku Selahadînê Eyûbî di 4 adara sala 1193an de li
Þamê wefat kir, Împaratoriya Eyûbî ya Kurd di heman salê
de hilweþiya. Împaratoriya Eyûbî, ji aliyê Selehadînê
Eyûbî ve di gulana sala 1175an de hate damezirandin.
--------------------------------------------------------------------------------
Sultan Selahaddîn, sala 1138 li bajarê Tikrît hatîye
dinê. Navê bavê wî Necmeddin el-Eyyubî bîn Þadî bin
Mervanî ye. Malbata wî ji eþîreta Revadî ye û Revadî jî
digihîjin Hîzbanîya. Derheqê piçuktîya wî da zêde tiþt
nayê zanîn. Gorî lêkolîna Dr.Ahmet el-Bilî, bavê
Selahaddin Necmeddîn Eyyubî û Esededdîn Þerko ji Tikrîtê
diçin Musilê. Li wir tekilî ordîya Imadeddîn el-Zengî
dibin û ji wî ra gelek xizmetê dikin. Sala 1140’î da
wexta ku Imadeddin el-Zengi Baalbekê zeft dike, bavê
Selahaddin dibe hukumdarê Baalbekê. Piþtî mirina El-Zengî,
dibe qumandarê ordîya Þamê. Wê demê birê wî, Þerko jî
qumandarê ordîya Sultan Mahmut Nureddîn bin Imadeddin
el-Zengî ye.
Zarokatîya Sultan Selahaddîn li Baalbekê derbas dibe.
Xwendina xwe li wir diqedîne. Piþtra bi bavê xwe ra diçe
Þamê, li wir warê çekdarîyê da perwerde dibe. Piþtî
xwendina xwe gorî lîyaqata xwe dibe xwedî maqam û di
demek kurt da jî dibe walîyê Þamê. Sala 1164’an da bi
apê xwe Þerko ra diçe Misrê. Li wir têkilî þerê Bilbîsê
dibe. Sala 1168’â da li dijî hukumdarê Filistîn Amorî ra
þer dike û bajarê Iskenderîyê digre. Dijî êriþên ordîya
Frenkan berxwe dide. Piþtî lihevhatînê, bi apê xwe Þerko
ra vedigere Þamê.
Piþtî vegera wîya Þamê, ordîya Filistînê dikeve Misrê.
Li ser ricaya Xelîfe El-Adid el-Fatimî û Wezîrê wî Savar
Sultan Nureddin, carek din Serko û Sultan Selahaddîn
berê xwe didin Filistînê. Serko ordîya Frenk teslim
digre, Savar dikuje û dibe wezîrê Adidi el-Fatim. Duh
meh þunda piþtî mirina Serko, Sultan Selahaddin 22
salîya xwe da cîyê apê xwe digre û dibe wezîrê El Fatimî.
25’ê Adarê sala 1169’an da Xelîfe El-Fatimî navê El
Melîk el-Nasir Ebu el-Muzaffer Selah el-Dunya û El-Dîn
lê dike û ordîya Surîyê dikê bin qumqndarîya wî. Sultan
Selahaddîn berê êrîþa Sudanî ya ku li ser welatê wi da
hatibu, berteref dike. Bi alîkarîya birayê xwe Turanþah
bajarê el-Nobe digre û berê xwe dide bajarê El-Quddus’l
Þerîf û Filistînê.
Qumandar û Emirê Sultan Nureddîn gelek caran jê ra
gilîyê Sultan Selahhadin dikin. Lê tucarî nikarin
navbera wî û Sultan Nureddîn xirabikin. Sultan
Selahaddîn bi zanayîya xwe û bi cesareta xwe tim li ba
Sultan Nureddîn cîyekî girîng digre.
Sultan Selahaddîn, piþtî mirina El Xelîfe el-Adid, sala
1172’an da dibe hukumdarê Misrê. Du sal þunda, sala 1174
da Sultan Nureddîn wefat dike. Rêya hukumdarîyê ji
Sultan Selahaddîn re ve dibe, lê ew xwe grêdayî hukumdar
El-Melik el-Salih Ismaîl bîn Nuerddîn dihesibîne.
Sultan Nureddin li ser eriþên birê xwe yê bi navê
El-Emîr Seyfeddîn el-Melik el-Salih alîkarî ji Sultan
Selahaddin dixwaze. Sala 1175’an da Sultan Selahaddîn bi
ordîya xwe êriþî Þamê dike, Þam, Humus û Hamayê digre û
davê ser Halebê. Ser vê yekê El_Emîr Seyfeddîn bi
Frenkîya ra itiifakê çêdike û Sultan Selahaddîn tehdît
dike. Lê Sultan Selahaddîn li nêzikî Hamayê berî ordîya
wan dide. Hemû bajarê ku di destê El Emîr Seyfeddîn da
hene, digre û vedigere Þamê. El Xelîfe el-Bagdadî, sala
1175’an da liyaqata Sultanîye li Selahaddîn dike. Bi
navê wî pere derdikeve û li ser navê wî wek El_Melîk el-Nasir
Yusuf ibn Eyub, xutbe dide xwendin.
Bi alîkarîya birê wî Turanþah Yemen û Aden jî dikeve bin
hukumdarîya Sultan Selahaddîn. Sala 1178’an da bi
Frenkîyan ra dikeve þerekî giran û bi zaîyatek mezin þer
winda dike. Lê di zemanekî kurt da ji bo heyfa xwe carek
din berê xwe dide Filistînê. Li Mecr el-Uyunê berî
Frenkîya dide û gelek prensê wan êsîr digre. Piþtî wî
þerî sunda berê xwe dide Ermenîstanê û wê derê jî li
hukumdarîya xwe girêdide. Vedigere Misrê û ji bo îmara
welatê xwe dixebite. Lê tu car Filistîn ji bîra wî
dernakeve. Carek din dîsa berê xwe dide Filistînê û
Berûdê digre. Cara yekemîn davê ser Musulê, Sîncar û
Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide. Digihîje Enteb û
Halebê. Sala 1185’an da cara duduya êriþî Musulê dike.
Piranîya Mezopotamyayê û Kudistanê dike bin hukumdarîya
xwe. Nav hukumdarê misilman da dibe xwedî cîyê herî
bilind. Lê dilê wî da daxwazek wîyê girîng dimîne, ew jî
girtina hemû axa Filistînê ye.
Sultan Selahaddin li Filistîn e
Hukumdarê El-Kerk, peymana ku navbera wî û Sultan ve
çêbibu, dide alikî û sala 1186 da eriþê hecîya dike. Ser
vê yekê Sultan jî bi hazirîyek mezin, carek din berê xwe
dide Filistînê. Salek þunda, sala 1187 da li Hutînê
ordîya Frenk ji hev bela dike û Kralê Qudus û Prensê El-Kerk
êsîr digre. Ala xwe xêncî Qudus û Surê li hemû Filistînê
dardixe. Meha Recebê sala 1187 Qudusê jî bi hukumdarîya
xwe girê dide û digihîjê miradê xwe.
Di bin hukumdariya wî da cihuyên ku di Filistînê da
dijîyan, bê tade û bê ezîyet jîyana xwe didomînin. Ji bo
wê yekê hemû dirokvanên Frenkan jî, derheqê Sultan
Selahaddîn da gelek tiþtên baþ dinivîsînin.
Ser girtina Qudusê Imparatorê Alman, Kralê Ingilîz û yê
Fransayê bi kîn û nefretek mezin ordîyek mezin amade
dikin û berê wî didin Filistînê. Ordîya wan wexta ku
êriþî Filistînê dike, ne Xelîfe ne jî sultanek misilman
ji bo alîkarîya Sultan Selahaddîn tu tiþtek nakin.
Ordîya Frenk, serîda tê Akkayê û wir iþgal dike. Ordîya
Sultan jî, alîkîda dijî wan berwe dide, aliyê din jî
hêdî hêdî þunda dikiþe. Dawîya þer da Akka dikeve destê
Frenkan. Frenkan li wir bi tade û zilma xwe gelek
mirovên sivîl qetildikin. Ser vê yekê hemu dinê da ferqa
Sultan û ya Frenka jî eþkere tê xuyakirin.
Þerê nevbera Ordîya Sultan û Frenkan da derdikeve, pênc
sal berdewamdike. Sultan, bi planek mezin wan ji Qudusê
durdixe. 2 Ilonê sala 1192 an da navbera wan da peyman
çêbdibe, gorî wê peymanê Sultan Selahaddîn ji þer
muzzafer derdikeve û vedigere Þamê. Ser hatina Hacac ya
Þamê, Sultan diçe pêþîya wî, lê di rê da nexweþ dikeve.
4 Adarê sala 1195 an de, di 57 salîya xwe da wefat dike.
Sultan Selahaddîn li Camîya Ummeyê de tê definkirin.
Sultan Selahaddîn, bavê 18 zarokan bu, ji van 17ê wan
kur yek jî qîz bû.
Kirinên wî
Þerê dijî ordîya Frenk qezenckir û yekitîya emirên
misilmanan çêkir.
Suriyê û Misirê kir bin hukumdarîya xwe. (Her du dewlet
alî meshebê da bi hev ra dijminatî dikirin.)
Sînorê hukumdarîya xwe ji Kudistanê heta Tunusê, ji
Sudanê heya Yemen û Adenê freh kir. Hukumdarîya xwe bi
rewþek baþ domand.
Ew, sultanek adîl bu, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek
mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir
navbera gelê xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wek
mina hev didît. Derê wî ji hemû kesan ra vekirî bu.
Di hemû jîyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendîyê.
Wexta ku walîyê Þamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan
qonaxê dibîne, weha dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da
bijîm. Ev qonax layiqî mirovê ku mirina wî nêzik buye,
nine. Alîyê din gere armanca me ji bo xizmeta Xwedê be,
ne ji bo jîyana koþk û sera be.“
Wî ji mal û milkê dinê heznedikir. Tim wiha digot; „mal,
milk û xwelî wek mîna hev in.“ Prens Muhammed Ali dibêje;
„Piþtî mirina wî, di berîka wî da 47 Dirhemê wî tenê
hebû. Ev ji, ji serweta ku mirovek feqîr dihêle, gelek
kêmtir e.“
Mirovên di bin hukumdarîya wî da dijîyan, wî wek mirovek
bi þewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl dizanibun.
Ew ji bo refah û emnîyeta gelê xwe xebitî. Pistî mirina
wî hemû kesên di bin hukumdarîya wî da, þînek mezin
kirin.
Jiyana wî di þer da derbas bu. Di saxî û nexweþîya xwe
da tim li ser piþta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin
hinek peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wuha dida;
„Wexta ku pîyê min dighêjin erdê, ez xwe nexweþ
dihesibînim.“
Wesîyetê wî
Sultan Selahaddîn ji kurê xwe Melik el-Zahir re wesîyetê
xwe dike û jê ra weha dibêje: „Ji rêça Xwedê dernekeve.
Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez
emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne
û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin,
xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilma xelqê xwe neke, ji
bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî.
Dilê mezina neþkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da
ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu
mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza gel qezenç nekî, ya
Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya xwe bi
gelê xwe re baþ çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew
Kerim û Qadir e“
Berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi þûrê
min ve defin bikin ku bila roja mahþerê tevî min rabe û
li hizura Xwedê ji min re þahidîyê bike.“
Gotinên ji bo wî
Imparatorê Alman, piþtî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra
wî zîyaret dike û wuha dibê je; „Ez ji bo hatina xweya
vir gelek kêfxweþim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana
xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û kahramanek mezin
bû.“
Berî þerê navbera wî û Xaçlîya, Qumandarê ordîya Xaç
Perest Richard (Richardê dil Þêr), ji eskerê xwe ra
dibêje; „Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî þêrî ji dilê
þêrê we mezintir e.“ Dîrokvan Dr. Stanley; „Hinek kes
wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê þuphe ew, mirovek xwedî
þeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek
misilman û di bin emrê Xwedê da bû.“ Tarîh el Muherrîrîn
de gelek wesfê wîyê baþ tên rêzkirin.
Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje;
„Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baþ texmîn dikir
û gorî wan planên þer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket
dikir û þixulê kû dest pê kiriba, heya dawîyê dikudand.
Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û temûla wî bû“.
Jiyana Selahaddîn Eyubî di þer da debas bu. Lê wî gelek
eserên dîrokî jî dane avakirinê.
El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe
kêleka tirba Imam Þafii hatîye avakirin.
El Medrese el-Kamhîye û El Medrese el-Hanefi
Hanaka el-Salahîyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo
perwerdekirina dînî hatîye avakirin.
Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selahaddîn hatîye
avêtin.
Sur a Iskenderîye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatîye
inþakirin.
Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li baþurê Kahirê li ser
bilindayîyek mezin wî daye çêkirin.
|